QEDEXE YE - Bi şortan meçin vî gundê Amedê

22-08-2025
Abdulselam Akinci
Gundê Zixurê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Gundê Zixurê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Gundê Zixurê Amed Şort Qedexe
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gundê Zixurê yê navçeya Pîranê ya Amedê ku yek ji cihên seyrangehê yên herî xweş ên herêmê ye, gundiyan lixwekirina şortan qedexe kir.

Gundî dibêjin, "Kî tê bila ser çavan re were lê bila bi şort nekevin nav gund ji ber ku malbat û extiyarên me aciz dibin."

Gundê Zixurê ku 85 kîlometreyan dûrî Amedê ye, li peravê Çemê Dîcleyê di nav geliyekî kûr de ye û bi sirûşta xwe ya bêhempa van salên dawî bûye yek ji cihên sereke yên geştyarên xwecihî.

Gundî ji hatina geştyaran kêfxweş in lê ji ber ku hinek geştyar bi şortan di nav gund re derbas dibin, wan tabelayeke hişyariyê li têketina gund daliqandiye.

"Bila bi şort di nav gund de megerin"

Gundî dibêjin armanca wan ne ew e ku rê li ber geştyaran bigirin, tenê dixwazin rêz li jiyana wan a taybet were girtin.

Muxtarê Gundê Zixurê Abdullah Can got, “Şort qedexe ye. Lewra li gund extiyar hene, malbat hene.

Kî tê bila li ser çavan were. Bila werin seyrana xwe bikin, di vir de ti pirsgirêk nîne.

Bila tenê xwe tazî nekin û bi şort di nav gund de neçin û neyên dê pir xweş bibe. Ev tabela bi biryara me giştî gundiyan hatiye daliqandin.”

Şêniyê gund Abdullatîf Toprak jî anî ziman, “Yên ku tên bila bi maqûlî werin û bi maqûlî herin.

Cihê lixwekirina şortan li ber bendavê ye. Ev der cihê malbatan e.”

"Gund wekî bihuştê ye lê bêxwedî ye"

Yek ji pirsgirêkên din ên ku gundî jê nîgeran in, gilêş û çopa ku geştyar li pey xwe dihêlin e.

Şêniyê gund Huseyîn Fîdan got, “Piknîkvan tên bira ser çavê me werin. Lê ew gilêşên xwe davêjin, em bi wê gelek gelek aciz in.”

Li gel hemû bedewiya xwe jî gundê Zixurê heta niha ji xizmetguzariyan bê par maye.

Li seyrangehê ne parka otomobîlan heye, ne jî cihê destavê û lawabo. Rêya gund û ya seyrangehê gelekî teng û xirab e.

Geştyarê bi navê Orhan Koç jî got, “Vira biheşteke veşartî ye. Em qayîl in herkes were bibîne.

Lê divê pêwendîdar li vir seyrangehê çêkin, pirsgirêka rê heye, em dixwazin ev pirsgirêk werin çareserkirin.”

Niha gundî û geştyar bi hev re bangî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya Pîranê dikin ku dest biavêjin gund û Zixurê bikin navendeke sereke ya geştyariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst