Karmendekî Dijîterorê di şerê Silêmaniyê de canê xwe ji dest da

22-08-2025
RÛDAW
Nîşan Lahûr Şêx Cengî Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karmendê Dijîterora Silêmaniyê Arî Şêx Suad Talebanî di şerê berbanga îro yê li Lalezara Silêmaniyê hat kuştin.

Dijîterora Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku şeva borî di dema sepandina yasayê û bicihanîna biryara dadwer a ji bo girtina hejmarek kesên ku ji yasayê derketibûn de Arî Şêx Suad Talebanî canê xwe ji dest daye.

Dadgeha Silêmaniyê doh biryara desteserkirina Lahûr Şêx Cengî dabû.

Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê avahiya Hotel Lalezarê ku baregeha Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye dorpêç kir.

Hêzên ewlehiyê xwest Serokê Bereya Gel li ser biryara desteserkirinê xwe radest bike lê wî ev yek red kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, derdora saet 03:30ê berbanga îro li nêzîkî Hotel Lalezarê şer û pevçûn di navbera hêzên Lahûr Şêx Cengî û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê dest pê kir.

Vê sibehê piştî çar saetan şer, Lahûr û birayên wî Aras û Polad hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, di şer de 3 karmendên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest daye û 10ên din jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di şer de tank, zirxpoş û gelek cûreyên çekên giran hatine bikaranîn.

Medyaya YNKyê wêneyên 48 kesên ku di şer de hatine girtin belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst