Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Oncu Keçeli derbarê bûyerên li parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên li wê derê tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Dadgeha Silêmaniyê doh biryara desteserkirina Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî dabû.
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê avahiya Hotel Lalezarê ku baregeha Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye dorpêç kir.
Hêzên ewlehiyê xwest Serokê Bereya Gel li ser biryara desteserkirinê xwe radest bike lê wî ev yek red kir.
Berbanga îro derdora saet 03:30î li nêzîkî Hotel Lalezarê şer û pevçûnan di navbera hêzên Lahûr Şêx Cengî û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê dest pê kir.
Vê sibehê piştî çar saetan şer, Lahûr û birayên wî Aras û Polad hatin desteserkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Oncu Keçelî îro li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rûdanên li Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.
“Em bûyeran ji nêz ve dişopînin”
Keçeli diyar kir ku ew bûyerên li Silêmaniyê ji nêzîk ve dişopînin û got:
“Em bûyerên li bajarê Silêmaniyê ji nêzîk ve dişopînin, hem ji bo aramî û seqamgiriya Îraqê û hem jî ji bo ewlehiya canê welatiyên xwe.”
Oncu Keçelî anî ziman ku Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê bi rayedarên herêmî re ketiye nava tevgerê û ji bo welatiyên wan tedbîrên pêwîst hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse