Li Tiba Dadî çend termên dema şerê li Lalezarê hene?

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Lalezar Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser torên civakî hatibû îdiakirin ku termên nêzîkî 40 kesên ku di pevçûnên Lalezarê de hatine kuştin li Tiba Dadî ya Silêmaniyê ne.

Tiba Dadî ya Silêmaniyê ev îdia red kir û çavkaniyekê ji Rûdawê re got ku li cem wan tenê termek maye.

Çavkaniyeke ji Tiba Dadî ya Silêmaniyê ji Rûdawê re got, "Tenê termek li Tiba Dadî maye, heta niha xizmên wî nehatine ku wî wergirin."

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew termê li Tiba Dadî ya Silêmaniyê yê endamekî hêza Lahûr Şêx Cengî ye ku di pevçûna 22yê vê mehê de li Lalezarê hatibû kuştin.

Doh jî termê endamekî din ê heman hêzê ji aliyê Tiba Dadî ya Silêmaniyê ve radestî malbata wî hatibû kirin.

Di pevçûna 22yê Tebaxa 2025an de 3 endamên hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê canê xwe ji dest dabû û 20 kes jî birîndar bûbûn.

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê-Silêmanî Selam Ebdulxaliq doh ji Rûdawê re gotibû, "Rewşa birîndaran baş e û piraniya wan ji nexweşxaneyê derketine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst