Îranê cardin li partiyên Kurd gef xwar: Yekser derkevin!

22-09-2021
RÛDAW
Nîşan PDK-Î Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Îran Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Baregeha Hemze ya Urmiyê general Mihemmed Taqî Usanlu gef li partiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê xwar û got eger ew ji Herêma Kurdistanê dernekevin ew dê mûşekên zîrek li wan bixin.

Di van rojên dawî de, gefên rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îranê li dijî partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûn.

Fermandarê Baregeha Hemze (Urmiye) yê Sûpayê Pasdarên Îranê  general Mihemmed Taqî Usanlu di merasima ku ji bo "Hefteya Berevaniya Pîroz" hat lidarxistin de axivî û li ser partiyên Kurd ên ji Rojhilat, ku baregehên wan li Herêma Kurdistanê hene got "Em dê baregehên van rêxistinên ku dibin sedema nearamiya îranê hilweşînin."

Herwiha Usanlu got “partiyên Kurd ên ku Amerîka û Îsraîlê piştgiriyê didin wan, bila di zûtirîn dem de herêmê biterikînin, nexwe em dê  mûşekên zîrek li wan bixin.”

Rayedarên leşkerî yên Îranê îdîa dikin ku partiyên Kurd ên ji Rojhilat Kurdistanê di demên dawiyê de  çalakiyên xwe yên leşkerî zêde kirine, û Amerîka, Îsraîl û "hin dewletên paşverû yên Ereb" piştgiriya wan dikin.

Bi vê hincetê yekîneyên topxaneyê û firokeyên bêmirov ên Îranê çeperên Pêşmergeyên Rojhilat ên di nav axa Herêma Kurdistanê de ne bombebaran dikin.

Lê Fermandariya Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Îranê (PDK-Î) van hincetan red kir.

Fermandariya PDK-Î daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan dijî Îranê dest bi şerê çekdarî nekirine û ti êrîş jî nehatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku geşedanên ku dê rû bidin ji ber "helwesta şerxwaz" a Îranê ye.

Herwiha partiyên din ê Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda red kirin ku ji ti dewletekî piştgiriyê wernegirtine û diyar kirin ku wan ti çalakiyeke ku ewlehiya Herêma Kurdistanê bix metirsiyê nekirine.

Rêxistinên Kurd Îranê bi wê yekê tohmetbar dikin ku li hincetan digere da ku Herêma Kurdistanê bike guvaşan û dest bi şer derxe.

Di vê dema dawî de, çendîn car bingehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatine bordûmankirin.

Di 19ê Îlona 2021an de Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku êrîşên wan bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nav axa Başûrê Kurdistanê berdewam dibin.

Roja Yekşemê 12ê Îlona 2021ê Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Tehranê, çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê wek cihê nîgeraniyê anîn ziman û daxwaza “Bêçekkirin û derxistina bi bilez” a wan partiyan ji Herêma Kurdistanê kir.

Cîgirê Duyem ê Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mihemed Nezîf Qadirî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ew ti rêkkeftinekê qebûl nakin ku li derveyî îradeya wan û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst