Rêveberiya Xweser bîlançoya qezayên trafîkê eşkere kir

22-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qezayên Trafîkê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Polîsên Trafîkê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 hezar û 25 qezayên trafîkê çêbûne.

Rêvebiriyê da zanîn ku di wan qezayen de 164 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 580 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rêvebiriyê, sedemên sereke yên qezayan leza zêde, mijûlbûna bi telefonê di dema ajotinê de û ajotina zarokan e.

Hat destnîşankirin ku rojane di navbera 10 û 15 qezayên trafîkê de çêdibin.

Qezaya herî biêş

Qezaya herî biêş di 2ê Îlonê de li ser rêya Hisîça-Şedadê qewimîbû û tê de 13 kes miribûn û 9 kes jî birîndar bûbûn ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst