ROJAVA - Ji ber mij û baranê qeza zêde bûne

16-12-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Trafîkê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di hefteya borî de ji ber mij û baranê 41 qezayên trafîkê çêbûne.

Di encama van qezayan de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 22 kes jî birîndar bûne.

Di rojên dawî de pêleke mijê li herêmên Rêvebriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê çêbûye û di hin rojan de li bajaran û li ser rêyan mesafeya dîtinê gelekî kêm bûye.

Ev rewşa hewayê û leza zêde bûne sedema gelek qezayên trafîkê.

"Sedema sereke leza zêde ye"

Li gorî daneyên Birêvebiriya Giştî ya Trafîkê, piraniya van bûyeran li ser rêyên di navbera Reqa-Hisîça, Hisîça-Qamişlo û Qamişlo–Dêrikê de çêbûne.

Hat destnîşankirin ku sedema sereke leza zêde ye û her wiha nepêbendbûna ajokaran a bi tedbîrên ewlehiya trafîkê ye.

Endama Birêvebiriya Giştî ya Trafîkê Mîdya Xelîlê ji ANHAyê re diyar kir ku sedema sereke ya hemû qezayên ku di demên mij û baranê de çêdibin leza zêde ye.

Mîdya Xelîlê destnîşan kir ku wan di demên baran û mijê de hin tedbîrên zêde wergirtine wekî belavkirina rêbername û rênimayên ji bo ajokaran, zêdekirina dewriyeyan û aktîvkirina xeta telefonê ya taybet.

Sînorên lezê hatin bibîrxistin

Birêvebiriya Giştî ya Trafîkê li ser rêyên giştî yên Kantona Cizîrê sînorên leza herî zêde bi bîr xistin:

  • Rêya Navneteweyî: 120 km/s
  • Rêya Xurafî ya li Dêrezorê: 120 km/s
  • Amûdê-Qamişlo: 100 km/s
  • Dêrik-Sêmalka-Çilaxa-Tirbesipî: 100 km/s
  • Rêyên din (Til Birak, Hol, Şedadê): 100 km/s
  • Qamişlo-Hisîça: 60 km/s
  • Nav bajarê Hisîçayê: 40 km/s

Li herêma Feratê jî di nav bajarê Kobaniyê de sînorê lezê 40-60 km/s ye û li ser rêya Helebê jî 100 km/s ye.

Li Rêya Spî (rêya Heseke-Reqayê) sînorê lezê ji bo otomobîlên biçûk 100 km/s û ji bo kamyonan jî li gorî mezinahiyê di navbera 70 û 80 km/s de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst