Sezen Aksu bersiva Erdogan da

23-01-2022
RÛDAW
Nîşan Sezen Aksu Recep Tayip Edogan Yaşar Gaga Kurdî 12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar Sezen Aksu bi gotinên stranekê bersiva Serokomarê Tirkiyê da ku gef li wê xwaribû û tekez kir, “Tu nikarî min bikujî. Deng, tembûr û gotinên min hene. Ez dibêjim ez, lê ez herkes im.” Aksu çendîn caran stranên Kurdî jî gotine.

Hunermenda navdar a Tirkiyê Sezen Aksu di 2017an de ligel muzîkjen Yaşar Gaga stranek tomar kir ku di stranê de “Silavan li Hawa û Ademê cahil bikin” cih digirin û ev yek, piştî derbasbûna zêdetirî 4 salan rastî nerazîbûna hinek aliyan hat.

Daxuyaniya Erdogan

Sezen Aksu li ser vê berhema, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî di nav de ji aliyê gelek kesan ve bi taybet ji aliyê desthilatê ve hedef hat nîşandan û rexneyên li dijî wê gihiştin asta sivkatiyê.

Recep Tayip Erdogan jî roja 21ê vê mehê, piştî nimêja Înê gef li Sezen Aksu xwar û got, “Kesek nikare zimandirêjiyê li beramber Adem bike. Eger roj hat jêkirina zimanê wan dê erkê me be.”

Sezen Aksu ku hunermendeke binavûdeng e, li ser rexne û êrişên li dijî wê, bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ragihand û bi stranekê bersiva gefa Erdogan jî da.

Sezen Aksu: Ez herkes im

Aksu di daxuyaniya xwe de bibîr dixe ku ev 47 sal in gotinên stranan dinivîse û dê li ser nivîsîna stranan berdewam be û tekez dike,: “Wek hûn dizanin mijar ne ez im, mijar welat e.”

Erdogan gotibû “birîna zimanê wan kesan erkê me ye” û Sezen Aksu jî bi gotinên stranekê bersiv dide, “Tu nikarî zimanê min biperçiqînî. Tu nikarî min bikujî. Deng, tembûr û gotinên min hene. Ez dibêjim ez, lê ez herkes im.”

Li aliyê din Baroya Amedê jî bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji Sezen Aksu re ragihand û bang kir ku rêz li azadiya derbirîna hunerî bê girtin.

Piştgiriya Baroya Amedê

Baroya Amedê amaje bi wê dike, nirxandinên li ser berhema Sezen Aksu, sînorên rexnegiriyê derbas kirine û bûne sedema nîgeraniyê, lewma banga berpirsyariyê li aliyan dike.

Ev di demekê de ye, di 18ê Çileya 2022ê li Enqerê grûpekê ji ber gotinên strana wê li dijî Sezen Aksu gilî tomar kiribûn.

Herwiha  grupeke bi navê “Tevgera Yekîtiya Netewî” bi heman hincetê li pêşiya mala Sezen Aksu kom bûbû.

Stranên Kurdî

Sezen Aksu 13ê Tîrmeha 1954an li Saraykoya Denizliyê jidayîk bûye. Ji naverasta salên 1970yî ve bi stranên xwe di muzîk û hunera Tirkiyê de cihekî mezin girtiye û roleke mezin lîstiye.

Sezen Aksu jibilî nasname û karê xwe yê hunerî, çendin caran derbarê binpêkirinên mafên mirovan de helwesta xwe eşkere kiriye û nerazîbûn nîşan daye.

Aksu berî niha rexne li wan aliyan girtibûn ku li dijî proseya çareseriya Pirsa Kurd derdikevin û bi vî rengî piştgiriya xwe çareseriya bi rêya diyalogê, ragihandibû.

Herwiha Sezen Aksu di çend konsertên xwe de stranên Kurdî jî gotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst