MÊRDÎN - Ciwanekî xwest xwe bikuje lê dêya xwe birîndar kir

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hattap Paçal Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî dema xwest xwe bikuje dêya xwe birîndar kir û pişt re gule berda xwe jî.

Li gorî agahiyan, Hattap Paçalê 33 salî doh li navenda Dêrikê xwest xwe bikuje û dayîka wî rêgirî lê kir.

Lê Paçal bi xeletî dayîka xwe Nazmiye Paçal bi demançeyê ji milê wê birîndar kir.

Paçal pişt re gule berda sînga xwe û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Hattap Paçal û dayîka wî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.

Nazmiye Paçal li nexweşxaneyê hat dermankirin.

Lê tîmên tenduristiyê ji ber rewşa wî giran Hattap veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat zanîn rewşa Nazmiye Paçalê baş e û rewşa Hattap Paçal jî giran e û metirsiya wî ya jiyanî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst