RIC: Li Kobaniyê 150 hezar kes di bin metirsiya karesatê de ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kobanî Karesat RIC Navenda Zanyariyan a Rojavayê Êriş HSD Artêşa Ereban a Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Zanyariyan a Rojavayê (RIC) ragihand ku li Kobaniyê 150 hezar sivîl asê mane û rûbirûyî karesateke mirovî ne.

Tenê 24 demjimêr ji bidawîhatina agirbesta 4 rojî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de man.

Di demekê de ku her du alî hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin, fermandarekî HSDyê tekez kir ku ew "ji bo guftûgoyê amade ne."

Li aliyê din, hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê Girtîgeha Eqtanê kontrol kiriye.

Navenda Zanyariyan a Rojavayê (RIC) ku xwe wekî navendeke serbixwe û xwebexş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide naskirin, raporeke nû li ser rewşa dawî ya herêmê belav kir.

"Tenê bajarên Kurdan di destê HSDyê de mane"

Li gorî raporê, ji aliyê leşkerî ve guherînên mezin di nexşeya herêmê de çêbûne û wiha hat gotin:

"Di nava du hefteyan de xaka di bin kontrola HSDyê de ji 50 hezar kîlometre çargoşeyî daketiye 10 hezar kîlometre çargoşeyî.

Niha tenê bajar û bajarokên Kurdan di bin kontrola wê hêzê de mane."

Dora Kobaniyê û metirsiya karesata mirovî

Navendê di rapora xwe de destnîşan kir ku êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li gundewarê Hesekê gefê li qutkirina rêyên sereke dikin û ev yek hevdem e li gel tundkirina dorpêça li ser bajarê Kobaniyê.

Li gorî raporê, ji 6ê Kanûna Paşîn ve nêzîkî 170 hezar kes koçber bûne ku 18 hezar ji wan Kurdên Reqa û Tebqayê ne.

Di raporê de hat diyarkirin ku nêzîkî 150 hezar sivîlan li nav bajarê Kobaniyê asê mane û di nav tirs û fikara êrişa Artêşa Sûriyeyê de ne.

RICyê hişyarî da ku rewşa mirovî ya bajêr li ber karesatê ye û got:

"Elektrîk qut e, pompeyên avê ji kar ketine û hêlên înternetê gelekî lawaz in."

"Zarok ji serma dimirin"

Ji ber dorpêçê, ti sotemenî, xwarin û dermanên bijîşkî nagihin bajêr.

Her çiqas Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê berpirsyariya qutbûna elektrîkê red dike jî lê Heyva Sor a Kurd ragihandiye, "Hejmarek zarok ji ber sermayê mirine."

Di raporê de derbarê rewşa Kobaniyê wiha hat gotin:

"Xelkê gundewaran neçar mane berê xwe bidin navenda bajêr û hinek ji wan ji ber topbaranan birîndar bûne."

"Di nav otomobîlan de dimînin"

Koçberekî bi navê Xalid got, "Me hemûyan malên xwe terikandin û em nikarin vegerin.

Di vê berf û baranê de xelk li kêleka cadeyan di nav otomobîlan de dimînin, yên otomobîlên wan nîn in jî tenê betanî bi wan re hene."

Alozî û rewşa Cizîrê

Li gorî raporê, li herêma Cizîrê, bajar û bajarokên Kurdan amadekariyê ji bo êrişa çaverêkirî ya Artêşa Sûriyeyê dikin û sivîl nobeta şev û rojê digirin.

Di raporê de behsa rewşa xelkê Qamişlo û deverên din jî hat kirin û hat gotin:

"Xirîstiyanan deriyên dêrên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan vekirine."

Nûnera Rêveberiya Xweseriya a Herêma Kurdistanê Evîn Siwêdê hişyarî da ku rageşiya di navbera Kurd û Ereban de zêde bûye û got:

"Sedem ew e ku Şam eşîrên Ereban li dijî pêkhateyên din sor dike."

Kampa Holê

Rapor behsa rewşa Kampa Holê jî dike û dibêje, "23 hezar jin û zarokên malbatên DAIŞê tê de ne.

Piştî ku ket bin kontrola Artêşa Sûriyeyê, ji bilî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî nikarin bigihin kampê."

Rêveberê berê yê kampê behsa tevliheviyekê kir ku ji ber valahiya ewlehiyê çêbûye û girtiyan karîbûye birevin û got:

"Eger gule li kesên reviyayî bihata reşandin, dê karesat çêbibûya."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst