Li ser rêya Nexede û Pîranşarê qeza, dayîkek û 2 zarokên wê mirin

2 demjimêr berê
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke trafîkê ya li ser rêya Nexede-Pîranşarê de, dayîkek û 2 zarokên wê mirin

3 kes jî birîndar bûn.

Birêvebirê Hawarçûnê yê Nexedeya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Emîrelî Nejad îro daxuyaniyek da.

Emîrelî Nejad di daxuyaniya xwe de ragihand: "Qeza li nêzîkî gundê Qarnê di navbera otomobîlek û barhilgirekê de çêbûye."

Li gorî gotina Nejad, di qezayê de 3 rêwiyên otomobîlê canê xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku ew kes dayîkek û her du zarokên wê ne.

Nejad diyar kir ku di qezayê de 3 kes jî birîndar bûne.

Birîndar piştî midaxeleya destpêkê ya tîmên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Nexedeyê hatine kirin.

Qezayên trafîkê û mirin

Alîkarê Birêvebirê Polîsên Trafîkê yê Îranê Hesen Muminî 16ê Sibata 2026an amarên qezayan eşkere kiribûn.

Muminî ragihandibû ku li Îranê di nava 9 mehan de 15 hezar û 513 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî amarên Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Beheştiyê ya Tehranê, li Îranê sedemên mirinê yên herî zêde hatine diyarkirin.

Li gorî van amaran, piştî nexweşiyên dil û penceşêrê qezayên trafîkê sêyemîn sedema sereke ya mirinê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst