Ev nêzîkî mehekê ye ku danûstandin di navbera herdu aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê de hene
Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser çend xalan lihev kirine, lê heya niha rêkeftina dawî nehatiye encamdan. Endama Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk Foza Yusif li Rojavayê Kurdistanê Foza Yûsif dibêje Danûstandinên PYD û ENKSê erênî ne.
Endama Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk Foza Yusif li Rojavayê Kurdistanê Foza Yûsif ji Rûdawê re ragihand ku danûstandin di navbera PYD û ENKSê de erênî birêve diçin û heya niha jî bi başî berdewam dikin.
Foza Yûsif eşkere kir ku herdu aliyan li ser çend xalan derbarê yekkirina nêrîna siyasî lihev kirine lê heya niha jî ti rêkeftina dawî nehatiye îmzekirin û zû ye niha behsa wê bê kirin.
Yûsif herwiha got: “Ji ber ku armanca van danûstandinan yekrêziya navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, beşdariya tevahiya partiyên din jî, pêngaveke sereke ye ji bo biserxistina vê destpêşxeriyê, biryar e di gerên bê yên danûstandinan de partiyên din jî tevlî wan bibin.”
Ev jî di demekê de ye ku ev heyama mehekê ye danûstandin bi nehênî û bi serpereştiya Amerîka di navbera herdu aliyên sereke yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bi rê ve diçin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse