Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Kelar-Derbendîxanê otomobîlek ji pirekê ket û agir pê ket, di encamê de ji 4 kesên di nava otomobîlê de 3 ji wan mirin.
Li ser rêya Kelar-Derbendîxanê li nêzîkî gundê Qoleberzê ku dikeve nava sînorên parêzgeha Silêmaniyê doh otomobîleke ku 4 heval tê de bûn qeza kir, 3 kes mirin û şofêr jî birîndar e.
4 ciwanan çend xulekên berî qezayê vîdeoyeke xwe tomar kiribû.
Ebdullah Hisên kesê yekem e ku qezayê dîtiye û çûye ser otomobîlê, wî behsa qezayê kir û got:
“Çûm kêleka otomobîlê, min dît 4 kes hene, min yek ji wan rizgar kir.
2 zilam hatin kêleka min û ew ê ku lingê wî şewitî bû rizgar kir.
Me her çar rizgar kirin lê mixabin guneh e ku ciwanên me wiha li wan were.”
Mîran Salihê 24 salî, Yûsif Ekremê 20 salî û Şehyad Hîwayê 19 salî ku lîstikvanê tîma Şêrwaneyê û şampiyonê Muay Thaiyê bû mirin û şofêrê otomobîlê jî birîndar bû.
"2 ji wan pismam in"
Îbrahîm Mihemedê kurmetê yek ji wan ciwanan behsa qezayê kir û anî ziman:
“Ew çûbûn seyranê, 2 ji wan pismam in, 2 jî hevalên wan in.”
Xalîd Îsmaîlê kurmetê ciwanekî jî anî ziman:
“Ew li Deriyê Sînorî yê Perwêzxanê dixebitin.
Îro pêncşemê çûn seyranê, ji bo vê qedera Xwedê bû ji malê derketin wiha li wan hat.”
Şofêrê otomobîlê birîndar e û ji ber dijwariya birînên tîman ew bir nexweşxaneyên Silêmaniyê.
Polîsê çûn û hatinê yê Germiyanê li ser qezayê lêkolînê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse