EFRÎN - MITê endamekî Encûmena Xwecihî girt

23-06-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Hêzên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Istixbarata Tirkiyê (MIT), endamekî Encûmena Xwecihî ya nahyeya Bilbilê ya ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku Hêzên Istixbarata Tirkiyê (MIT), endamê Encûmena Xwecihî ya nahyeya Bilbilê ya ser bi Efrîn a Rojavayê Kurdistanê Mihemed Eseed Qasim girtine.

Mihemed Eseed Qasim xelkê gundê Qurne ya ser bi nahyeya Bilbilê ye, ev bêhtirî mehekê ye ku li Encûmena Xwecihî ya Bilbilê dest bi kar kiribû, piştî girtina wî ya ji aliyê Hêzên Istixbarata Tirkiyê (MIT) rewşa wî ya dawî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst