Hunt Oilê li Şêxanê ji nû ve dest bi hilberînê kir

23-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hunt Oil Şêxan Petrol Hilberîn Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya enerjiyê ya Amerîkayî Hunt Oilê ragihand ku wê ji nû ve dest bi wan karên xwe kiriye ku nêzîkî mehekê ji ber êrişên dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatibûn sekinandin.

Meha borî zeviya petrolê ya li navçeya Şêxanê ya Dihokê, rastî çend êrişên dronan hatibû ku binesaziya enerjiyê ya herêmê dikirin hedef.

Ji ber êrişan, Hunt Oil û hinek şîrketên din ên navneteweyî yên li herêmê ji ber sedemên ewlehiyê hilberîna xwe bi awayekî demkî rawestandibûn.

Berdevkekî Kompanyaya Hunt Oilê ji ajansa nûçeyan a navneteweyî Reutersê re got ku ji bo asayîbûna hilberînê kar dest pê kiriye.

Berdevk da zanîn ku ew li bendê ne heta dawiya meha Tebaxê bigihîjin asta hilberînê ya asayî ya beriya êrişa dronan a meha borî.

Kompanyayên din ên enerjiyê yên li herêmê jî gav bi gav vedigerin ser karên xwe.

Kompanyaya petrolê ya Norwêcî DNOyê hefteya borî di dema pêşkêşkirina rapora xwe ya çaryeka duyem de ragihand ku wan li zeviyên xwe ji nû ve dest bi hilberînê kiriye.

Pêla êrişan a meha borî, ji bo binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê gefeke cidî ya ewlehiyê çêkir û bû sedem ku li gelek zeviyan hilberîn raweste.

Zeviya Hunt Oilê ya li Şêxanê jî yek ji wan cihan bû ku di van êrişan de hatibû hedefgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst