Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê tenê 3 kontenjan dane zimanê Kurdî

24-09-2021
RÛDAW
Salane ji beşên zimanê Kurdî derdora 100 mamoste derdiçin, lê belê heta niha tenê 79 kontenjan ji bo Kurdî hatine diyarkirin.
Salane ji beşên zimanê Kurdî derdora 100 mamoste derdiçin, lê belê heta niha tenê 79 kontenjan ji bo Kurdî hatine diyarkirin.
Nîşan Zimanê Kurdî Kurd Wezareta Perwerdê Recep Tayyîp Erdogan Kurdî Kurdolojî Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê lîsteya xwe derbarê tayînkirina 15 hezar mamosteyan de belav kir, lê di wê lîsteyê de tenê 3 kontenjan dan mamosteyên zimanê Kurdî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di 3ê Îlona 2021an di daxuyaniyeke xwe de amaje bi wê dabû ku ew dê 15 hezar mamosteyan tayîn bikin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê îro 23ê Îlona 2021an lîsteya  tayînkirina wan mamosteyan a li gor beşan li ser hesaba xwe ya Twiterê belav kir. Wezareta Perwerdê di belavkirina wan mamosteyan bo ser beşan de tenê 3 kontenjan dane mamostetiya Kurdî. 

Wezaretê di wê lîsteya xwe de ji bo damezrandina mamosteyên zimanên weke Erebî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî hejmarek zêde ya konetajanan diyar kiriye, lê ji 15 hezar kontenjanan ji bo Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê ye, 3 kontenjan diyar kir, ku 2 ji bo Kurmancî û yek jî ji bo Zazakî hatiye diyarkirin.

Salane ji beşên Ziman û Edebiyata Kurdî yên li zanîngehên Mûş, Mêrdîn û Çewlîgê derdora 100 mamosteyan mezûn dibin.

Di damezrandina dawî ya Gulana 2021an de jî Wezareta Perwerdê ji 20 hezar mamosteyan tenê bo 3 mamosteyên Ziman û Edebiyata Kurdî kontejan veqetandibû.

Bi wê tayînê jî hejmara mamosteyên ku di dibistanên dewletê de hatine tayîn kirin geheştibû 79 kesan.

Li gor lîsteya Wezareta Perwerdê belavbûna mamosteyan li ser zimanan wiha ye:

Erebî: 314 mamoste

İngilîzî: 857 mamoste

Almanî: 171 mamoste

Tirkî: 698 mamoste

Fransî: 3 mamoste

Kurdî: 3 mamoste (2 Kurmancî, 1 Zazakî)

Îspanî: 2 mamoste  

Îtalî: 1 mamoste

Koreyî: 1 mamoste

Farisî: 1 mamoste

Rûsî: 1 mamoste

Salane ji beşên zimanê Kurdî derdora 100 mamosteyan mezun dibin û heta niha tenê 79 mamosteyên Kurdî hatine tayîn kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst