Ekber Hacî Rustem çawa hat kuştin?

23-09-2025
RÛDAW
Ekber Hacî Rustem
Ekber Hacî Rustem
Nîşan Ekber Hacî Rustem Kuştin Kifrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ekber Hacî Rustemê kesayetê navdar ê Germiyanê doh li gundê Omerbilê yê nahiyeya Cebareyê ya navçeya Kifriyê ya Silêmaniyê bi guleyan hat kuştin.

Vê bûyerê karvedaneke mezin li pey xwe hişt û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî daxwaza desteserkirina tawanbaran kir.

Hûrgiliyên bûyerê

Li gorî agahiyan, Ekber Hacî Rustemê 70 salî ku bavê 24 kur û keçan bû, piştî ku ji Hewlêrê vegeriya û gihîşt gundê xwe, li xaniyekî vala yê li ser zeviyê xwe yê çandiniyê, ji aliyê kesekî nenas ve hat kuştin.

Xanî vala bûye û "tawanbar bi demançeyê û ji nêzîk ve gule lê reşandine."

Ehmed Husênê ku şahidekî bûyerê ye ji Rûdawê re ragihand:

"Ew vegeriyaye û li vir peya bûye, kurê wî li vir cot dikir.

Piştî ku cotê xwe xilas kiriye çûye malê.

Paşê jê re hatiye gotin bavê te diyar nîne, ew jî vegeriyaye û dîtiye ku hatiye kuştin."

Piştî bûyerê, kujer bi otomobîla Ekber Hacî Rustem ji cihê bûyerê reviyaye.

Li gorî dîmenên kamerayên çavdêriyê yên li nêzîkî gundê Diwazdeîmamê, kujer hatiye dîtin lê di wê demê de bi destê xwe rûyê xwe girtiye û ber bi Serçemê ve nêzîkî nahiyeya Cebareyê çûye.

Lêkolîn û karvedan

Birêvebirê Polîsê Germiyanê Luqman Sabir derbarê bûyerê ragihand:

"Me komîteyeke hevbeş ava kiriye, Polîsê Kifriyê û hevkarên me hewl didin otomobîl û telefona wî ya ku hatine birin bibînin.

Em bi rêya hinek amûran hewl didin ku şopan peyda bikin."

Serperiştyarê Birêvebiriya Germiyanê Celal Nûrî amaje bi wê yekê kir ku hinek agahî di destê dezgehan de hene lê heta ku ew bi xwe eşkere nekin, tiştên ku werin gotin ne fermî ne.

Koçer Ekber Hacî Rustemê kurê wî daxwaza bicihanîna yasayê kir û anî ziman:

"Em bi xwe ji bo serweriya yasayê ne.

Bavê min hemû jiyana xwe di Pêşmergetiyê de derbas kir.

Em daxwaz dikin ku yasa serwer be."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de bûyer wekî "teror" bi nav kir û daxwaz ji aliyên ewlehiyê kir ku di demeke kurt de tawanbaran bigirin û radestî yasayê bikin.

Baregeha Barzanî jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku “jidestdana Ekber Hacî Rustem ziyaneke mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst