Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê ji malzaroka jinekê tumoreke 25 santîmetreyî derket.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Koyeyê ragihand ku li Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid tumoreke mezin a 25 santîmetreyî ji malzaroka jineke ciwan hatiye derxistin.
Dr. Şehla Reûfa Pispora Nexweşiyên Jinan û Jidayîkbûnê ya li Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ji Rûdawê re ragihand ku ew jin 41 salî ye û tumorek di malzarokê wê de hebûye.
Li gorî gotina wê, ev tumoreke berbelav e û gelek caran nîşanên wê nînin lê carinan êşa binzik û giraniya zik jî dibin nîşanên wê.
Dr. Şehlayê li ser sedemên çêbûna wê tumorê got:
"Sedem nayê zanîn lê dibe ku qelewî, xwarina netendurist û faktorên genetîk bibin sedema çêbûna wê."
Dr. Şehla pêşniyar dike ku jin ji serê şeş mehan carekê kontrolên xwe bikin.
Li gorî gotina Dr. Şehlayê, kîst û tumorên malzarok û hêkdankan pirsgirêkeke berbelav a di nav jinan de ye û wê ji bo rêlibergirtina wan çend rêbaz eşkere kirin:
- Kêmkirina kîloyan û parastina kîloyeke îdeal
- Dûrketina ji xwarinên hazir (fast food)
- Kêmkirin û dûrketina ji vexwarinên bigaz
- Xwarina sebze û fêkî
- Werziş û çalakiya fîzîkî ya rojane
- Rêkxistina dema xewê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse