Fermandarekî HSDyê: Li Dêrezorê tiştekî bi navê Leşkerên Eşîretan nîne

23-11-2023
RÛDAW
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Leys Xeşam
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Leys Xeşam
Nîşan HSD Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî 3ê mehan ji şerê HSDyê û çekdarên ku ji Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê veqetiyan, niha dever di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya nû ya Dêrezorê de ye.

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Leys Xeşam behsa “Leşkerên Eşîretan” ku li navçeya ji aliyê serokê hoza Igêdatê Îbrahîm Hifil hatiye ragihandin û dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk şer dikin, kir.

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Leys Xeşam li ser mijarê got:

“Tişta ku niha li Dêrezorê çêdibe, ew êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê ne ku li dijî navçeyên me tên kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk wan êrişan têk dişikîne.

Gelek caran rejîma Sûriyeyê grûpên çekdar ên bi navê Leşkerên Eşîretan dişîne navçeyên me da ku aramî û ewlehiyê têk bibe, lewma Hêzên Sûriyeya Demokratîk her carê ew plan û êriş têk şikandine.”

Ebû Leys Xeşam dibêje niha ciwan û xortên hozên Dêrezorê wek şervan di nav Encûmena Leşkerî ya Dêre Zorê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de erkdar in.

“Ciwanên eşîretan niha tenê di nav HSDyê de ne”

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Leys Xeşam anî ziman:

“Ciwanên eşîretan niha tenê di nav rêzên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de wek şervan û fermandar dimînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk hemû ciwanên eşîretan li xwe digire û rê nade ti destwerdaneke navxweyî û derveyî ya ji aliyê dewletekê yan grûpeke çekdar ve ku ewlehiya navçeyên me têk bibe.”

28ê Tebaxa îsal, li rojhilatê Dêrezorê şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çend grûpên çekdar derketibûn.

Şer û pevçûn nêzîkî mehekê dirêj kiribûn û piştre rewş hatibûn kontrolkirin.

HSDyê di daxuyaniyekê de Hikûmeta Sûriyeyê bi çêkirina tevlîheviyê tohmetbar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst