Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Rojava derçûyên xwe yên nû dan û Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî ew pîroz kirin.
211 xwendekar ji beşên cuda yên Zanîngeha Rojava der çûn.
Zanîngeha Rojavaya ku li Qamişloyê ye, zanîngeha herî mezin a Rojavayê Kurdistanê ye.
Zanîngeh sala 2016an hat vekirin û 8 fakulte û 4 peymangehên wê hene.
Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî wêneyên derçûyan belav kirin û got:
“Em Zanîngeha Rojava ji bo mezûnbûna pola nû ya xwendekarên hêja pîroz dikin.
Serkeftina ku em îro pîroz dikin berdewamiya xwîna şehîdên me ye ku ne tenê axa me av da lê di heman demê de nifşekî ku zanîn, hişmendî û berpirsiyariyê hildigire jî xwedî kir.
Pîrozbe ji bo we hemûyan... Em bi hemû berhemên şoreşa xwe serbilind in...”
Ji bilî Zanîngeha Rojava 2 zanîngehên din ên girêdayî Rêveberiya Xweser hene.
Zimanê perwerdeyê yê van zanîngehan Kurdî ye.
Zanîngeha Kobaniyê ya ku 2017an hat vekirin ji fakulteyek û 4 peymangehan pêk tê.
Li Zanîngeha Şerqê ya li Reqayê ku 2021ê hat vekirin jî 2 fakulte û 2 peymangeh hene.
#WÊNE - 211 xwendekar ji beşên cuda yên Zanîngeha Rojava der çûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 23, 2025
🎙️ Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ev wêne belav kirin û got:
❝Em Zanîngeha Rojava ji bo mezûnbûna pola nû ya xwendekarên hêja pîroz dikin. Serkeftina ku em îro… pic.twitter.com/7MbJk0MYoT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse