DÊREZOR - 250 şervanên HSDyê perwerdeya xwe temam kir

03-12-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Derçûn Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Dêrezorê 250 fermandar û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî bidawîbûna perwerdeya xwe ya li Akademiya Leşkerî ya Dilgeş Efrînê bi merasîmeke biheybet der çûn.

Fermandar û şervanên ku perwerdeya xwe temam kir, di merasîmê de torana leşkerî pêşkêş kir.

"Erkê me parastina welat e"

Endamê Fermandariya HSDyê Luqman Xelîl di merasîmê de axivî û got:

"Erkê me yê bingehîn parastina welat, yekîtiya axa welat û pêkvejiyanê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rûbirûbûna her gef, êriş û metirsiya li gel û navçeyên xwe amade ne.”

Beşdariya YPJyê

Di merasîmê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê û malbatên şervanan amade bûn.

Her wiha Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî bi awayekî çalak beşdarî perwerde û merasîmê bû.

Şervaneke YPJyê got, "Em niha ji bo her êrişa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne."

Şervanekî HSDyê jî anî zimên, "Me rahênanên pêwîst wergirtin da ku ji bo parastina civaka xwe erkê xwe bi cih bînin."

Fermandarên HSDyê didin zanîn, zêdebûna dewreyên perwerdeyê yên vê dawiyê nîşaneya wê yekê ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya hemû pêkhateyên herêmê li ser xurtkirina rola xwe ya rêxistinî û leşkerî rijd e da ku destkeftiyan biparêze û aramiyê dabîn bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst