Bafil Talebanî bi Nûnerê Amerîkayê re civiya: Pêdiviya me bi yekdengiyê heye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Bafil Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku YNK dê li Bexdayê rola xwe ya girîng bidomîne û destnîşan kir ku rewşa heyî pêwîstî bi yekdengiya Kurdan heye.

Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Debaşana Silêmaniyê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir.

Di civînê de Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Bexdayê Joshua Harris jî tê de amade bûn.

Her du aliyan rewşa siyasî ya niha ya Îraq û herêmê gotûbêj kir.

Hikûmeta nû ya Îraqê

Di hevdîtinê de pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê mijareke sereke bû, her du alî li ser pêwîstiya bipêşveçûna di çareserkirina wan pirsgirêkên ku li pêşiya avakirina hikûmetê asteng in hevfikir bûn.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Îraq wekî welatekî bipêşketî, xwedî serwerî û serbixwe bimîne.

Bafil Talebanî got, “YNK dê ji bo dabînkirina paşeroja welat bi awayekî ku xizmeta hemû gelên Îraqê bike, li Bexdayê rola xwe ya girîng bidomîne."

Kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê

Pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Her du alî li ser pêwîstiya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hevfikir bûn.

Her wiha her du aliyan tekez kir ku rewşa heyî li Herêma Kurdistanê û Îraqê pêwîstî bi yekdengiya Kurdan heye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst