Di navbera HSD û Dîfa Weteniyê de şer derket: Kuştî hene

24-03-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Baxoz Dîfa Wetenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Dêrezorê çend çekdarên Dîfa El Weteniyê kuştin.

Şervanên HSDyê li bajarê Dêrezorê hewldana çekdarên “Dîfa El Wetenî” ku bikevin bajarokê Baxozê şikand.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku çekdarên “Dîfa El Wetenî” yên girêdayî hikumeta Şamê xwest derbasî bajarokê Baxozê bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navbera şervanên HSDyê û çekdarên Dîfa El Wetenî şer derket.

Li gorî daxuyaniyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bersiva hewldana wan çekdaran da û çend çekdar hatin kuştin.

Herwiha hat gotin ku  cenazeyên 2 çekdaran û hinek çek ketin destê HSDyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst