Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Serê Golan a ser bi Semsûrê li Bakurê Kurdistanê makîneya kar wergeriya û di encamê de operatorê makîneyê birîndar bû û kesekî jî canê xwe ji dest da.
Li navçeya Serê Golan a Semsûrê duh Duşemê, makîneya kar a Şaredariya Belvîranê dema xebata qenala avdaniyê dikir li gundê Nasirliya Jêrîn wergeriya.
Ajokar F.A xwe ji makîneya kar avêt û birîndar bû û ji ber qezayê cerdevanê bi navê Hicabî Burak li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Ekîbên Tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê birîndar F.A birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Golanê.
Cenazeyê Hîcabî Burak jî piştî lêkolîna bo morga nexweşxaneyê hat veguhestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse