Koordînatorê Ma Musicê hat berdan

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Ma Music
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Ma Musîcê Aslan Aydogan ango bi navê xwe yê naskirî Hunermend Şêrko Kanîwar ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû desteserkirin hat berdan.

Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar roja Sêşemê 23ê Gulana 2023an dema ji Almanya vedigeriya li Balafirxaneya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.

Roja Çarşemê 24ê Gulana 2023an piştî karûbarên yasayî li Dadgeha Amedê hat berdan. Xwendekarên Şêrko Kanîwar ew pêşwazî kirine û dîmenên wê demê li ser medya civakî hatin belavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê 25ê Nîsanê li 21 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistaqnê li dijî 191 rojnamevan, hunermend, parêzer, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl lêpirsîn dabû destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst