Nêçîrvan Barzanî bi senatorên Amerîkayê re civiya

24-05-2025
Nêçîrvan Barzanî bi senatorên Amerîkayê re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî bi senatorên Amerîkayê re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Senatorên Amerîkayê Angus King James Lankford
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi senatorên Amerîkayê Angus King û James Lankford re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî îro bi Senatorê Serbixwe yê Eyaleta Maineyê Angus King û Senatorê Komarparêz ê Eyaleta Oklahomayê James Lankford re civiyaye.

Li gorî daxuyaniyê, di civînekê de behsa “pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Amerîkayê re, hevkariya hevbeş bi taybetî jî hevkariya di warê têkoşîna li dijî terorê de” hatiye kirin.

Her wiha, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û rûdanên li herêmê jî hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya ku bi berdewamî dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Amerîkayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo piştgiriya ku di pêvajoya Reformên Wezareta Pêşmergeyan de dide spasiya Kongreya Amerîkayê kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku bipêşxistina hevkariyê girîng e û bi taybetî jî qala derfeta kar û veberhênanê Amerîkiya ya li Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Senatorên Amerîkayê jî pesnê bipêşketina li Herêma Kurdistanê kir û amaje pê da ku Amerîka bi girîngiyeke mezin û wekî hevpeymanekî li Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Wan her wiha destnîşan kir ku pêbendiya Amerîkayê ya bi piştgirîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê dê berdewam bike.

Her du alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ya rêya diyalog û lihevgihîştinê hevra bûn û wan daxuyand ku divê aramiya li herêmê were parastin.

Li hêla din, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî li civînê hazir bû.

Nêçîrvan Barzanî bi senatorên Amerîkayê re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst