Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re liv û tevgera ajeldariyê zêde bûye.
Parêzgeha Mûşê derdora 30 hezar ajelên qurbanê ji bajarên din re şandine.
Ajeldar ajelên ku bi ked û zehmeteke zêde xwedî kirine ji bo Cejna Qurbanê dişînin bajarên Tirkiyeyê.
Ajeldar Erdal Yalvarici got:
“Di serî de Stenbol em ji hemû metropolên Tirkiyeyê re ajelan dişînin.
Di dema qurbanê de ajelên li gorî her budceyê li cem me hene.
Nirxê ajelên me yên qurbanê di navbera 100 heta 200 hezar lîreyan de diguhere.”
Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Mûşê tîmeke veterîneran erkdar kiriye.
Ew rojane li çewlikên li parêzgehê digerin û ajelên qurbanê pişkinîn dikin.
Piştî pişkinînan ajel li barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi rê dikevin.
Birêvebirê Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Mûşê Necattîn Gonç anî ziman:
“Bi giştî 16 veterînerên me dê di dema Cejna Qurbanê de xizmetê bidin.
Li vê derê çi di warê teknîkî, çi di warê tendurustiya ajelan û çi jî di warê hîjyenê de em dê xizmetê bidin.
Di warê ajelên qurbanê de jî li parêzgeha me ti pirsgirêk nînin û ajelên pêwîst hene.”
Li parêzgeha Mûşê derdora 200 hezar ser dewar û milyonek û 160 hezar pez hene.
Mûşê heta niha nêzîkî 30 hezar ajelên qurbanê şandine bajarên din.
Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Mûşê pêşbînî dike ku ew hejmar heta Cejna Qurbanê 50 hezarî derbas bike û bi vê jî 3 milyar lîreyên Tirkî dahat were nav parêzgehê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse