Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Danimarkî bi serokatiya nûnerê wî welatî ji bo Sûriyê Nicholas Harris serdana Rojavayê Kurdistaê kir û ligel berpirsên Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser civiya.
Şandeyeke Danimarkayê roja Pêncşemê serdana Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û şanda bi serokatiya nûnerê Danimarkayê yê taybet ji bo Sûriyê Nicholas Harris, ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Peywendiyê Derve Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan rewşa nirxandin û Şerê li dijî terorê û êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rêveberiya Xweser gotûbêj kirin.
Nicholas Harris diyar kir ku welatî dê têkildarî kampan piştevaniya xwe bi herêmên re berdewam bike û ji bo aramiya li herêmê pêk were dê projeyan pêşkêş bike.
Nicholas Harris herwiha ekezî li ser berdewamiya hevkariya welatê xwe ji bo HSD kir, di şerê li dijî DAIŞê de
Piştre Rêveberiya Xweser jinek û 2 zarokên DAIŞê yên Danimarkî radestî wê şandê kir.
Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiyê Xweser Xalid Ibrahîm ji şanda Denimark re behsa destpêşxeriya Rêveberiya Xweser kir, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û ragihand ku pêwîst e civaka navdewletî piştgirya wan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse