Dêrsim (Rûdaw) – Serdana xelkê ya ji bo Munzur Baba destpê kiriye ku yek ji navendên girîng ên baweriya xelkê Dêrsimê û Kurdên Elewî ye.
Mezargehê Munzur Baba yek ji navendên girîng ên baweriya xelkê Dêrsimê û Kurdên Elewî ye. Ew 80 kîlometreyan ji navenda bajarê Dêrsimê dûr e û dikeve ser çavîka kaniyên Mûnzûrê ku çemê Mûnzûrê jê dizê.
Salane ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û derve, bi hezaran kes serdana Munzur Baba dikin, mûman pêdixin û duayan dikin ji bo ji qeza û bela dûrî wan bin û Munzur Baba wan biparêze.
Serdana xelkê ya ji bo Munzur Baba îsal jî destpê kir û Ramazan Oztunç yek ji wan geştyar e ku çûye Dêrsimê.
Geştyar Ramazan Oztunç dibêje: “Ez jî Amedê hatime gelek xweş e. Ev cara duyemîn e têm. Av pir xweş e, xweza jî pir xweş e, ez ji hemî mirovan re pêşniyar dikim ku werin vê derê bibînin.”
Geştyar Aysel Gur jî dibêje: “Min dia kir, min hêviyên xwe xwestin û min ji bo malbat û zarokên xwe dua kirin.
Yek ji diayên sereke yên ku geştiyar li wî cîhê pîroz dikin, bidawîbûna şer û destpêkirina aramiyê ye li navçeyê.
Geştyar Nurcan Can jî got: “Ev der cîhê Elewiyan e, her kes tê û li vir diayan dike. Bila Hezretî Ali, duayên her kesî qebûl bike, bila ev agirê li welatê me xilas vemire.”
Ji ber vîrûsa Coronayê îsal, weke berê xelk geştan encam nade û naçe ziyaretgehan. Lê her çawa be, geştyarên ku diçin Dêrsimê di wê baweriyê de ne ku êş û janên xwe ji bîr dikin û di nava wê xwezaya bedew de ruhê xwe aram dikin, lê tekeziyê li ser paqijkirin û paqijhiştina jîngehê jî dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse