Nerîna koçberên Rojava derbarê egera pêkanîna operasyoneke Tirkiyê de

24-07-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Koçber Operasyona Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li beramber zêdebûna gefên Tirkiyê û egera encamdana operasyoneke din li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, koçber di trseke mezin de dijîn, ew ji wê yekê ditrsin ku careke din neçarî koçberiyê bibin.

Rûdawê nerîna hejmareke xelkê Efrînê ku li kampa Serdema li herêma Şehbayî koçber in wergirt. Yên ku ji Rûdawê re axvîn dibêjin ku berê jî rewş dijwar û zehmet bû eger hat û êrîşeke din hat kirin dê karesertên mirovî çê bibin.

Hûn gef û egera êrîşa Tirkiyê çawa dibînin?

Koçbera Efrînê Ayişe Xelîl got “Em koçberên navçeyên gundewarê bakurê Helebê ne. Navçeyên Şehba bi sed hezaran koçberan li xwe digirin û rewş trajedîk e. Êdî encamdana çi êrîşeke dijminane ya Tirkiyê li ser van navçeyan wê karesateke mirovî dirust bike. Berê jî ev navçe di rewşeke karesatbar de ne. Wiha eger çi êrîş bê encamdan, bizava Efrînê wê careke din bê nûkirin û dûbare bibe. Di pileya yekem de jî, koçberên Efrînê têne armanckirin.”

Koçbera Efrînê Leyla Mihemed dibêje “Milet di her warî de di rewşeke zehmet de derbas dibe, ji be vê em dixwazin ev êriş werin sekinandin. Eger êriş hat çêkirin jî wê gavê dê karet çê bibin, ji bilî zarokan, jîn kesên temen mezin dê hemû werin kuştin. Ev mirov dê bi kê derê ve herin, berên xwe bidin kê derê? Ji ber wê em dixwazin hemû dewlet destwerdanê bikin û tiştên ku dewleta Tikiyê kir pê re rabin.”

Koçberê Efrîn Reşîd Mihemed diyar kir “Eger êrişek çê bibe, dê tiştên pir ne rind çêbibin, dê karesteke mirovî çê bibe. Em milet dê bi ku ve here? Ji berê ve milet di rewşeke pir teng de ye. her tiştî li ser me kut kirin, ne derman tê ne jî tiştek din. Dewletên xwedî biryar di heman demê de Sûriye jî divê destwerdanên bikin û vê êrişê bisekinînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst