Li Mereşê 20 hektar zevî û daristan şewitîn

24-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşa Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket, ji hewa û bejahî ve hewlên vemirandina agir tên dayîn.

Li gor agahiyan, îro êvarî bi sedemek nayê zanîn agir bi daristana Taxa Kabasakal ketiye û kesên ku agir dîtîn tîmên hawarçûnê ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agadarkirinê tîmên Berevaniya Şaristanî û gelek otomobîlên vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tevî tîmên Berevaniya Şaristanî, xelkê navçeyê, cendirme û tîmên AFADê jî beşdarî xebatên vemirandina agir bûn.

Ji ber agir nêzîkî malan e, çend xanî hatin valakirin.

Li gor agahiyan, heta derengiya şevê nêzîkî 20 hektar zevî û daristan şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst