Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê hat girtin

24-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê ku Îna borî li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi tohmeta terorê hatibû desteserkirin, bi biryara Dadgeha Şirnexê hat girtin.

Proseya dadgehîkirina Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê, Serhat Kadirhan doh Duşemê 23ê Tebaxa 2021ê li Dadgeha Şirnexê birêve çû.

Serhat Kadirhan, ku berê di çarçoveya lêkolînên terorê de ji kar hatibû dûrxistin û roja Înê 20ê Tebaxê di operasyonekê de li parêzgeha Amedê hat desteserkirin, ji Amedê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştina Dadgeha Şirnexê bû.

Serhat Kadirhan, li ser Lîsteya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wek Hevserokê Şaredariya Şirnexê hatibû hilbijartin.

Kadirhan, bi hinceta ku salên 2014-2016an di dema şerê xendekan ê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li çend navçeyên Bakurê Kurdistanê, beşdarî civîneke çapemeniyê bûye, bi endambûna PKKê û propagandaya ji bo PKKê dihat tometbarkirin.

Dadgehê tohmetên li ser Hevserokê berê yê Şaredariya Şirnexê qebûl kir û biryara girtina wî da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst