ENKSê pirsgirêkên koçberan bi Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re gotûbêj kir

24-08-2022
RÛDAW
Nîşan ENKS Rojava Koçberên Rojava Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandek Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê bi Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed re civiya.

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê Nûneratiya ENKSê ya li Hewllêrê Dr. Kawa Ezîzî duh Sêşembê 23ê Tebaxa 2022an li Hewlêrê serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û bi serokê wê Mûsa Ehmed re civiya.

Di vê civînê de, behsa pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan hate kirin.

Serokê şanda ENKSê, Dr, Kawa Ezîzî ji Rûdawê re ragihand, biryar hat dan ku komîteyeke hevbeş di navbera ENKSê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de were avakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê.

Kawa Ezîzî diyar kir, 250 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dijîn û got, gelek pirsgirêkên wan hene û ew hewl didin bi civîn û hevdîtinên bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re wan pirsgirêkan çareser bikin.

Roja Çarşembê 17ê Tebaxê jî şandeke ENKSê serdana Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kiribû û derbarê çareserkirina pirsgirêkên koçberan ên wek xwandina zarokên koçberan, komkirina zibil ji nav kampan, dabînkirina xizmetguzariyan bo kampên koçberan û kartên nîştecihîbûnê (îqame) de bi rêveberiya parêzgehê re gotûbêj kirin.

Parêzgarê Hewlêrê di hevdîtinê de soz dabû ku ew dê pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kudistanê çareser bikin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Omêd Xoşnaw di civînê de ji şanda ENKSê re gotibû, “Ya di şiyana me de be ji bo xizmetkirina penaberan û bi taybet penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê, em dê bikin. Em nahêlin ti pirsgirêkeke wan hebe, piştrast bin ya di desthilata me de be, em xwe jê nadin alî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst