Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi Hakan Fîdan û şandeya pê re civiya.
Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal ragihand ku Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyan.
Rence Cemal da zanîn ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û şandeya pê re jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din nîvê şevê gihiştibû Hewlêrê.
Piştî Fîdan, Alparslan Bayraktar jî îro gihişt Hewlêrê.
Destpêkê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fîdan civiyan.
Li gorî ku Rence Cemal ragihandiye, dê Fîdan piştî civîna bi Mesrûr Barzanî re bi Serok Mesûd Barzanî re jî bicive.
Serokwezîr Mesrûr #Barzanî û Hakan Fîdan civiyan pic.twitter.com/yBQxmgXXF5
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 24, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse