Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku namzediya Rakan Cibûrî ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hatiye betalkirin.
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cimane Xelay, ji Rûdawê re eşkere kir ku Encumena Komîseran betalkirina namzediya Rakan Seîd Elî El Cibûrî pesend kiriye.
Li gorî gotina Xelay, biryar bi yekdengiya endamên encumenê hatiye dayîn.
Rakan Cûbûrî bi fermana Dadgeha Temyîzê hatibû desteserkirin û paşê bi kefaletê hatibû berdan. Cibûrî bi çend tohmetên gendeliyê re rû bi rû ye.
Çend tohmetên li ser Rakan Cibûrî wiha ne:
- Bikaranîna budceya avadaniyê ji bo mêhvandariyan.
- Vegerandina hin karmendên ku berê ji kar hatibûn dûrxistin.
- Danîna kesekî bi awayekî "neyasayî" weke şêwirmendê parêzgar.
- Di sala 2021ê de binpêkirin di dabeşkirina alîkariyekê de
Li gorî zanyariyên Rûdawê, bi giştî 8 gilî li ser Cibûrî hene û 5 ji wan ji bo dadgehên Bexdayê hatine veguhastin.
Di du dosyayên wî de ku bi projeyan ve girêdayî ne, di her yekê de 500 milyon dînar winda ye.
Dosyayeke din jî li ser 21 milkên malbata wî yên tenê li taxeke Kerkûkê ye ku di vê babetê jî de wekî gumanbar tê dîtin.
Mafê wî yê îtirazê heye
Cûmane Xelay diyar kir ku her namzedekî ku serlêdana wî hat betalkirin, mafê wî heye ku di nava 3 rojan de îtiraz bike.
Îtiraz li Desteya Dadwerî ya Komîsyonê tê kirin û divê deste di nava 10 rojan de biryara xwe ya dawî bide.
Her wiha biryara desteyê ji bo hemû aliyan pêwîst e.
Pêvajoya lêkolîna namzedan
Zêdetirî 7,900 namzedan xwe ji bo hilbijartinan tomar kiriye.
Komîsyonê navên hemû namzedan ji bo lêkolînê dişîne saziyên wekî wezaretên parastin, perwerde, karên navxwe,Desteya Destpakî û Encûmena Dadweriyê.
Navên namzedan ji bo Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê û saziyên din ên Herêma Kurdistanê jî tên şandin.
Piştî ku bersiv ji van saziyan tên, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê biryara dawî li ser pesendkirin an jî betalkirina namzedan dide.
Bexdayê sala 2017an Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji erkê wî dûr xist.
Her wiha Rakan Cibûrî piştî Referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê wekî “parêzgarê demkî yê Kerkûkê” hat tayînkirin.
Cibûrî heta 18ê Kanûna Pêşîn a 2024an parêzgariya Kerkûkê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse