Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Senatora Komarî, endama Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê Joni Ernstê û şandeya pê re qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de, piştgiriya Amerîkayê ya ji bo parastina aramiya Îraqê, rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê, gef û metirsiyên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê û bipêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn û bandorên wan ên li ser herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku der du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina aramiya welat û rûbirûbûna livîn û gefên rêxistina terorîst a DAIŞê ku hîn jî metirsiyeke rasteqîn e ji bo ewlekarî û aramiya Îraq û Sûriyeyê.
Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkarî û hevkariyên ku ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê pêşkêşî Îraq û Herêma Kurdistanê dike dubare spasiya Amerîkayê kir.
Yekîtiya hêz û aliyên Herêma Kurdistanê
Senatora Amerîkî Jonî Ernstê jî tekezî li ser pabendbûn û berdewamiya piştgiriya Amerîkayê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Ernstê her wiha aramî û ewlehiya navxweyî û yekbûn û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wekî pêwîst û girîng bi nav kir.
Di civîna ku Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hatin nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse