Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl, li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKyê ya li Hewlêrê, pêşwaziya Alêkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Zafer Sirakaya û şandeya pê re kir.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de ku Endamên Mekteba Siyasî ya YNKyê Dr. Ciwan Îhsan û Dr. Yûsif Goran û Endamê Serkirdatiyê Salar Lale Serhed jî amade bûn.
Di hevdîtinê de behsa pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, "hewlên YNKyê yên ji bo serkeftina pêvajoyê", pêwendiyên YNK û Tirkiyeyê û rewşa siyasî ya herêmê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Derbaz Kosret Resûl gotiye:
"YNKyê ji destpêkê ve piştgiriyeke tam daye serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û her tim piştgiriyê dide bijardeya aştiyê ku Serok Mam Celal sala 1991ê kevirê bingehîn ê wê danî."
Li gorî daxuyaniyê, Alîkarê Serokê AK Partiyê Zafer Sirakaya jî "kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê anî ziman û got ku di vê dema girîng de li Herêma Kurdistanê YNK û AK Partî ji bo berfirehkirina asoyên pêwendiyên xwe dicivin."
Cîgirê Serokê AK Partiyê got, "Di hinek qonaxên kar de, hevsengiya pêwendiyên Tirkiye û YNKyê guheriye lê pêwîst e bi hîkmeta Mam Celal û Kak Kosret bi rêya diyalog û gotûbêjê pirsgirêk werin çareserkirin û divê serdana me ya ji bo baregeha Mekteba Siyasî ya YNKyê di vê çarçoveyê de were nirxandin."
Li gorî daxuyaniyê, Sirakaya "spasiya piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û çekdanîna PKKyê ya li parêzgeha Silêmaniyê kir."
Hat diyarkirin ku mijara girtina esmanê Tirkiyeyê ya li hemberî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê mijareke din a gotûbêjan bûye û tekezî li ser çareserkirina wê pirsgirêkê di paşerojê de bi rêya aliyên pêwendîdar hatiye kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Di hevdîtinê de her du alî hevnêrîn bûn ku aramiya siyasî zemîna aramiya aborî û civakî ye.
Her wiha divê pêkvejiyana aştiyane ya Kurd, Ereb, Tirk û hemû pêkhateyên herêmê were parastin û geşedaneke zêdetir pê were dayîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse