Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Dengbêj û kilam bûne hafizeya gelê me yê Kurd. Gelê Kurd dîroka xwe ji dengbêjan hîn bû.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Stenbolê beşdarî bernameyeke dengbêjan bû.
Tuncer Bakirhan di bernameyê de ku Dengbêj Kazo û gelek dengbêjên din amade bûn, axaftinek kir û bal kişand ser rola dîrokî ya dengbêjiyê.
“Her dengbêjek mîna Heredot e”
Bakirhan da zanîn ku dengbêjî ji bo Kurdan ne tenê huner e, di heman demê de çavkaniya dîrok û zanîna civakî ye û got:
“Her dengbêjekî me mîna Heredot e. Gelê Kurd dîroka xwe ji dengbêjan hîn bû.
Bi hezar salan êş û keder, şîn û şahî, xebat û şer bi dengê dengbêjan hatin vegotin.
Ji bo me dengbêj hem helbestvan in, hem stranbêj in, hem civaknas in û hem jî dîroknas in.
Eger dengbêjî tunebûya, haya me ne ji Dewrêşê Evdî, ne jî ji Siyabend û Xecê hebû. Kilama Ferzende Beg bi dengê Reso û Şakiro behsa Serhildana Agiriyê dikir.
Carinan jî dengbêjan bal kişandiye ser feqîriyê. Gotina Evdalê Zeynikê ya ‘Mirin çêtir e ji feqîriyê’ bi dengê Kerabetê Xaço gihîşte me.”
Bakirhan her wiha bal kişand ser keda dengbêjên jin ên wekî Eyşe Şan, Susika Simo û Aslika Qadir ku bi rêya hunera xwe daxwazên jinan anîne ziman.
“Xwestin hafizeya gelê Kurd tune bikin lê dengbêjan rê neda”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bi bîr xist ku çanda dengbêjiyê jî wek zimanê Kurdî rastî zext û qedexeyan hatiye û wiha pê de çû:
“Piştî avakirina komarê, ziman, dîrok û çanda me hat înkarkirin. Dengê dengbêjan hat qutkirin.
Lê dengbêjan bi dizî di malan de civat li dar xistin. Gelê Kurd bi veşartî li Radyoya Erîvanê guhdarî dikir.
Em biçûk bûn, bav û kalên me ditirsiyan radyoyê vekin. Xwestin hafizeya gelê Kurd tune bikin lê ne Kurdan û ne jî dengbêjan rê neda wan.”
“Divê li Tirkiyeyê şerma sed salî bi dawî bibe”
Bakirhan hêviya xwe ya ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê anî ziman û got:
“Divê li Tirkiyeyê şerma sed salî bi dawî bibe. Bila êdî nasname, çand û zimanê Kurdî bên qebûlkirin.”
“Divê em malên dengbêjan li her derê vekin”
Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bang kir ku li çanda dengbêjiyê xwedî bê derketin û got:
“Divê em malên dengbêjan li her derê vekin. Ev bar dikeve ser milê şaredariyên me jî. Divê em vê çandê bi nifşên nû bidin nasîn.
Bar dikeve ser şaredariyên me. Mala we ava, hezar spasî ji dengbejên me re. Deng û awazê we bila her tim li ser Kurdistanê bijî.”
Eş Genel Başkanımız Tuncer Bakırhan Dengbêjlerle bir araya geldiğimiz etkinlikte konuşuyor https://t.co/kFoEyUl2yk
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) August 24, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse