Efrîn li çarenivîsa Hisên Kemal Şêxo dipirse

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hisên Kemal Şêxo Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di ser revandina ciwanê Kurd Hisên Kemal Şêxo re 6 roj derbas bûn û heta niha jî çarenivîsa wî nediyar e.

Parêzer û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku 19ê Tebaxê, li navenda bajarê Efrînê ciwanê Kurd ji aliyê komeke çekdar a nenaskirî ve hatiye revandin.

Li gorî agahiyan, bûyer saet derdora 13:00an li nêzîkî Çarrêya Qepanê qewimiye û ciwanê bi navê Hisên Kemal Şêxo hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Hat zanîn ku Hisên Kemal Şêxo xelkê nahiyeya Racoyê ye û li Efrînê di kompanyayeke jeneratorên elektrîkê de kar dike.

Her wiha hat zanîn ku Hisên Kemal Şêxo beriya 2 mehan ji Tirkiyeyê vegeriyabû Efrînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst