Hewlêr (Rûdaw) - Li Şingalê îro qonaxeke nû ya vekirina gorên bikom destpê kir û di wê çarçovê de goreke bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê vekirin. Wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadya Murad jî aşkere kir ku dayika wê jî di wê gora bikom de ye.
Balyoza Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî û çalakvana Kurd a Êzidî û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadya Murad li hejmara xwe ya Twitterê peyamek derbarê vekirina gorên bikom li Şingalê belav kir.
Nadya Murad di wê twîta xwe de xwe de amaje bi wê kir ku DAIŞê sala 2014an dayika wê kuşt û got, “bo dema 6 salan mafê min û yên din ên rizgarkirî yê veşartina hezkiriyên xwe bi awayekî şikomend hat redkirin.”
Her di wê peyama xwe de Nadya Murad aşkere jî kir, “Îro ez gelek hestyar im ji ber ku ev gora bikom ku dayika min û jinên din ên Êzidî tê de ne di dawiyê de tê vekirin.”
In 2014, ISIS took the life of my beloved mother. For 6 long years, I & other survivors were denied the right to bury our loved ones with dignity. Today, I am overwhelmed with emotion as the mass grave where she lays beside other Yazidi women is finally exhumed. pic.twitter.com/iY3ZhQeun2
— Nadia Murad (@NadiaMuradBasee) October 24, 2020
Li Şingalê bi amadebûna nûnerê UNITAD, serokê tîma lêkolînan ya Neteweyên Yekbûyî li tawanên DAIŞê li Iraqê Kerîm Ehmed Xan, balyozên çend welatan û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, dest bi vekirina goreke bi kom li Şingalê hat kirin.
Merasîmek ji bo vekirina yekem gora bikom a jinên Kurd ên Êzidî birêve diçe û ji sibê Yekşemê ve dest bi vekirina wê gora bikom tê kirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê temenê hemû wan jinên di wê gora bikom de li jorî 40 sal bûye û xelkê gundê Koço ne.
Sala 2014an çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kir û beşeke xelkê komelkuj û bêserûşûn kir. Hevdem bi dehan hezar Kurdên Êzidî jî koçber bûn.
Heta niha li Şingalê 80 gorên bikom hatine destnîşankirin. Meha Kanuna Yekem a sala 2019an rûfatên 235 Kurdên Êzidî ji gorên bikom hatin derxistin û bo Bexdayê hatin şandin.
Encama pişkinîna DNA ya wan rûfatan li Bexdayê temem bû, lêbelê ji ber belavbûna vîrusa Coronayê heta niha bi kesûkarên wan nehatine dayîn.
Sibe Yekşemê jî tîmeke 40 kesî dest bi vekirina goreke bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse