Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Parastina Jîngehê ya Îlama Rojhilatê Kurdistanê hişyarî da nêçîrvanan û ragihand ku ew dê bên desteserkirin.
Birêvebirê Parastina Jîngehê ya Îlamê Elîriza Mihemedî ragihand ku wan dest bi desteserkirina nêçîrvanan kiriye.
Elîriza Mihemedî da zanîn ku wan di vê hefteyê de 17 nêçîrvan desteser kirine û dest danîne ser gelek çekên nêçîrê û bi dehan balindeyên kovî.
Mihemedî her wiha got ku ew dê nêçîrvanên ku hatine desteserkirin sewqî dadgehê bikin û li gorî delîlên kiryarên wan ên neyasayî daxwaza cezakirina wan bikin.
Li parêzgeha Îlamê 642 hezar hektar rûber daristan e û li gorî rapora Parastina Jîngehê ya Îlamê, 200 cureyên balindeyan, 43 cureyên ajalên şîrder û 24 cureyên ajalên kovî li wê parêzgehê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse