Parlamentoya Kurdistanê bo gotûbêjkirina koça ciwanan dicive

24-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Kurdistanê roja Çarşemê dicive û yek ji tewerên sereke ên civînê, gotûbêjkirina rapora komîteya revenda Kurdistanê di derbarê diyardeya koçberiya ciwanan bo derveyî welat de ye.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwaz Fayeq bang li endamên parlamentoyê kiriye, ku roja Çarşemê demjimêr 25ê Mijdara 2020an demjimêr 11:00 berî nîvro di civîna asayî ya parlamentoyê de amade bibin.

Li gorî bernameya kar a Desteya Serokayetiya Parlamentoyê, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amede dibe, û rapora komîteya revenda Kurdistanê di derbarê diyardeya koçkirina ciwanan bo derveyî welat de tê gotûbêjkirin. 

Serokê Dezgeha Lûtke bo Karûbarê Koçber û Penaberan, Arî Celal roja 13 Mijdarê ji Rûdawê re ragihandibû, li gor amarên ku ketine destê wan, di sala 2019an de zêdetir ji 32 hezar welatiyên Iraqê ku piraniya wan Kurd in, li welatên Ewropayê daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Arî Celal diyar kiribû, ji ber nebûna mûçe û xizmetguzariyan û ji ber bêkariyê, hejmarek ji xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraq ber bi Ewropayê ve koç dikin.

Her di civîna Parlamentoya Kurdistanê ya roja Çarşemê de, dê xwandina duyem bo projeyasaya firotin û bi kirêdana milkên dewletê li Herêma Kurdistanê jî bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst