Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Mistefa Henîfî ragihand ku alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêya korîdoreke mirovî gihiştine Kobaniyê.
Mistefa Henîfî teqez kir ku ji ber dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser herêmê "tiştek nemaye" û ji ber barîna berfê rewşa bajarê Kobaniyê li gorî çend rojên borî "gelekî xerabtir" e.
Di encama vê sermayê de 4 zarokan canê xwe ji dest daye.
Henîfî bû mêhvanê bultena Rûdawê û li ser rewşa dawî ya Kobaniyê got, "Rewşa Kobaniyê gelekî xerab e. Nêzîkî 30 heta 40 santîmetreyan berf bariye, serma û qeşa çêbûye.
Di encama vê sermayê de 4 zarokan canê xwe ji dest da. Kelûpel û xwarin li Kobaniyê nemaye û gelekî kêm bûye. Şîrê zarokan bi temamî nemaye, mazot û nan nemane."
"100 hezar kes koçberî Kobaniyê bûne"
Henîfî her wiha texmîn dike ku zêdetirî 100 hezar kes koçberî Kobaniyê bûne.
Mistefa Henifî li ser cihê manê jî got ku şêniyên Kobaniyê piraniya koçberan li malên xwe bi cih kirine.
Siyasetmedarê Kurd Henifî diyar kir ku wî jî koçber li mal û ofîsa xwe bi cih kirine û got:
"Bi giştî her kesî wisa kiriye. Mînak, mala min hebû min da koçberan û ofîseke min hebû min du malbatên koçber tê de bi cih kirin.
Li wê avahiya ku ez lê me, li her malekê 3-4 malbatên din hene."
Henîfî diyar kir, ji ber zêdebûna koçberan xwarin têrê nekiriye û niha "tiştek nemaye", bi taybetî mazot, xwarin û şîrê zarokan.
“Li bazarê tiştek nîne”
Henîfî amaje pê kir ku li bazarê jî tiştek nîne û got,"Mixabin rewşa Kobaniyê ji hemû aliyan ve gelekî xerab e.
Nan heye lê kelûpelên xwarinê yên wekî birinc û şekir nemane, bi rastî nemane.
Zebzeyên wekî bacan û firingî nemane, fêkî qet nîne. Ez doh çûm bazarê, destvala vegeriyam. Heta tivir jî nemaye. Tiştê heye jî gelekî kêm e."
“Mazot tenê ji bo nexweşxane û firinan e”
Li gorî gotina Henîfî, Neteweyên Yekbûyî bi hevahengiya Şaredariya Helebê alîkariyên mirovî ku "bêhtir ji mazotê pêk tê" gihandiye bajarê Kobaniyê.
Ew mazot dê ji bo nexweşxane û firinan be. Henîfî bi bîr anî ku ew 300 lître mazota ku Rêveberiya Xweser li ser malan dabeş kiribû jî xelas bûye.
"Em xwe bi betanî û lêfikan germ dikin"
Aloziya rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ketiye demsala zivistanê.
Endamê Polîtburoya Siyasî ya Partiya Pêşverû derbarê Kobaniyê de ragihand ku rewşê jiyana koçber û xelkê Kobaniyê "xerabtir kiriye" û got, "Ji ber sermayê û nebûna mazotê, em koçber û şêniyên bajêr xwe bi betanî û lêfikan germ dikin."
Kobanî ber bi kîjan qeyrana mirovî ve diçe?
Piştî êrişa komên çekdar a li ser taxên Helebê di 6ê Çileya 2026an de ku bû sedema koçberbûna Kurdan ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de berfirehtir bûn.
Bajarê Kobaniyê ev hefteyek e ji aliyê hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin û av, elektrîk û înterneta wî bajarî hatine qutkirin.
Di encama van pevçûnan de rêxistinên mirovî hişyarî dan ku qeyraneke mirovî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Kobaniyê rû bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse