Hewlêr (Rûdaw) - Şeva sêyem a kampanyaya "Rencê Rûdawê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê" bi beşdariya hejmareke zêde ya welatiyan dest pê kir û embarên alîkariyê tije bûn.
Di destpêka bernameyê de welatiyan bi dengê bilind dirûşmên "Bijî Kurdistan.. Bijî Rojava.. Bijî Kobanî.." berz kirin.
Pêşkêşkarê Rûdawê Renc Sengawî got, "Ev zêdetir dişibe karnewaneke niştimanî ne kampanyayekê.
Ev der bûye navendek ji bo bilindkirina ruhê neteweyî yê li her çar parçeyên Kurdistanê."
Şeva sêyem a kampanyayê di avhewayeke sar a 2-3 pileyan de birêve çû.
Pêşkêşkar, mêvan û welatî li ber agir mijûlî bername, bexşîn û komkirina alîkariyê bûn, bi taybetî ji bo wan deverên ku kon, mazot, betanî, xwarin û pêdiviyên sereke nînin.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê
Di destpêka bernameyê de, Renc Sengawî peyameke dengî ji Nûçegihana Rûdawê ya li Hesekê Dilniya Rehmanê re şand û rewşa bajêr pirsî.
Dilniya di bersiva xwe de got, "Dema ez serdana cihê koçberan dikim, ez dibînim karesat çiqasî mezin e.
Îro ez çûm dibistanekê ku 33 malbat lê bûn û digotin cara çarem û pêncem e koçber dibin."
Nûçegihana Rûdawê behsa pîrejineke koçber kir û got, "Min xelkek nedîtiye hêviya wan ewqasî bilind be.
Min pîrejinek dît di wê sermayê de li erdê rûniştibû, min jê pirsî tu çi dixwazî? Got: 'Ez Efrîna xwe dixwazim.'"
"Şîrê zarokan nîne û ji bo avê berfê dihelînin"
Dilniyayê li ser rewşa zarokan jî wiha got, "Ti tiştê wan nîne. Min zêdetirî 10 dayikan dîtin ku zarokên wan ên sava hebûn, nan tunebû bixwin û şîrê wan ji bo zarokan tunebû.
Berfê dihelîn û wekî ava vexwarinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê zû alîkariyan bişînin da ku karesatên mezintir çênebin."
"Ev alîkarî îbadeta herî mezin e"
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd Weysî, sê şev in li ser hev mêvanê sereke yê kampanyayê ye.
Dr. Ebdulah peyamek da xelkê Kurdistanê kir û got, "Ez destên we maç dikin, we serê Kurdistanê bilind kir û we serê nehezan tewand.
Kurdistaniyan îspat kir ku Kurdistan yek parçe ye."
Serokê Yekîtiya Zanayên Olî got, "Eger em nebin, kes bi hawara me ve nayê.
Îro roja danîna aliyekî ya pirsgirêkan û dermankirina birînên Rojavayê Kurdistanê ye.
Ji bo parastina hebûna me, erkekî olî û neteweyî ye ku em piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin."
Dr. Ebdulah li ser xêra vê alîkariyê jî got, "Ev alîkarî, îbadet û Xwedêperestiya herî mezin e."
"Misilman û sekuler bi hev re beşdar bibin"
Mele Muzefer Ziyad mêvanekî din kampanyayê bû.
Renc Sengawî spasiya wî kir ku tevî mêvandarî, alîkariyeke zêde jî bi xwe re aniye.
Mele Muzefer got, "Dema mirov vî xelkê dilsoz dibîne, moralê mirov bilind dibe.
Ez ji xelkê re dibêjim, her kesê tê vê derê hejmara Kurdan pê zêde dibe û çavê dijmin pê kor dibe."
Bi gotina wî meleyî "Girîng e em hemû bi hemû hêz û şiyana xwe ve, çi Misilman çi sekuler beşdar bibin, ji ber ku pirs neteweyî ye. Eger Rojava bişkê, em hemû ji holê radibin."
"Min xwezî bi mirina xwe anî"
Mele Muzefer bi çavên girî ve got, "Dema min nûçeya mirina 4 zarokan ji ber sermayê bihîst, min temeniya mirina xwe kir, ne ku ez bibînim li ber çavê cîhanê wiha li zarokê Kurd tê kirin.
Wele hemû welatên Îslamî li ber deriyê Xwedê û li roja axretê şermezar dibin ji ber bêhelwestiya xwe."
Mele Muzefer tevî ku derfetên wî kêm bûn, bi 400 parçe cil û berg, 200 kîs birinc, 60 qutî şîr, 300 qutî xwarin û 70 betanî beşdarî kampanyayê bû û got:
"Da ku em ji dijminan re bibêjin, em nahêlin xwişk û birayên me birçî û bêderfet bin."
Zaroka 7 salî: Min porê xwe kir kezî û lîstikên xwe anîn
Zarokeke 7 salî bi cilên leşkerî hatibû, Renc Sengawî wekî rêz silaveke pêşmergane lê kir û wê jî bi heman awayî bersiv da.
Wê zarokê got, "Min porê xwe kiriye kezî û me xwarin û tişt ji zarokên Rojavayê Kurdistanê re anîne. Her bijî Kurd û Kurdistan."
Zarokê nabîna: "Min lepik û lîstik anîne"
Zarokekî nabîna yê nêzîkî 9 salî hat ber mîkrofona Rûdawê. Renc Sengawî serê wî maç kir.
Wî zarokî got, "Selamun eleykum, min hinek lîstik, lepil ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê anîne. Her bijî Kurdistan."
Embar tên zêdekirin û tije dibin
Ji ber zêdebûna alîkariyan, Tora Medyayî ya Rûdawê embarên nû vekirin lê ew jî zû tije bûn.
Tenê niştecihên gundê Lacanê, 500 betanî, 100 pakêtên zarokan, 600 selikên xwarinê, 20 karton rûn, tonek savar, tonek birinc û 500 teneke ava firingiyan pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê kirin.
Dilbixwîn Dara peyama Rojava gihand Renc
Ji ber eleqeya zêde ya welatiyan û gihandina peyama xelkê Rojava, pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara çû nav kampanyayê û got:
"Dema ez dihatim min bihîst elektrîka Kobaniyê qut bûye, lê xelkê bajêr bi telefonê digotin silavan li Renc Sengawî bike.
Ji bo hemû wan kesên ku alîkarî şandine, ev silava Rojavayê Kurdistanê ye."
Dilbixwîn her wiha got, "Rewşa xelkê me gelekî xerab e, Kobanî hatiye dorpêçkirin; av, elektrîk, şîr, xwarin û vexwarin nîne. Heta niha 5 zarok ji ber serma û nebûnê mirine."
Welatiyekî li Fînlandiyayê 5 hezar dolar bexşandin
Welatî Hekîm Tahir Rewandiziyê ku li Fînlandiyayê dijî li wî welatî alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kiriye.
Hekîm Tahir ji Renc Sengawî û Dilbixwîn Dara re got, "We erkekî mezin ê niştimanî girtiye ser milê xwe, destê we sax be.
Ez wekî Hekîm û birayê xwe Meaz, 5 hezar dolaran dibexşînin Kurdên Rojavayê Kurdistanê."
Wî welatiyî her wiha got, "Pêwîst e partî û serkirde bifikirin û bi hawara vî gelê mezin ve biçin.
Ez daxwazê ji Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikim ku dema vegeriya, partiyan kom bike da ku mala Kurdan bibe yek."
"Bi Xwedê jana wan di dilê me de ye"
Jineke ji Silêmaniyê ku alîkarî ji kampanyayê re anîbû, bi girî got:
"Heta dikarin bila li ber xwe bidin, Xwedê alîkariya wan bike. Bi Xwedê jana wan zêde di dilê me de ye."
Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar jê pirsî çima wiha dilê te tijî bûye? Wê xanimê bi girî ve got:
"Çi zanim, dema dibînim li ber nanekî hişk rûniştine, ew kuştin û şehîdbûna wan... Ez pir xemgîn im ji bo wan, bi Xwedê pir guneh in."
Alîkariyên ku hatin komkirin
Kesayetî û kompanyayên ku şeva sêyem alîkarî şandin:
- Kompanyaya Xecê Xanim: 2 hezar karton nanê tîrê
- Welatiyekî nexwest navê wî were gotin: 200 selikên xwarinê
- Sermayedarek: 100 hezar dolar
- Sermayedarek: Kamyonek şîrê zarokan
- Desteya Parêzerên Eşîra Xeylanî: 300 selikên xwarinê
- Kompanyaya Nûredîn Mihemed Emîn: Pêdiviyên bijîşkî
- Kompanyaya 'Boboto û One' ji Sineya Rojhilatê Kurdistanê: 3 hezar û 700 karton kek û biskivît
- Grûpa Kompanyayên Dayik: 60 karton şîrê zarokan û 350 qat cilên zarokan
- Seyîd Zeman Zirrarî, Parlamenterê Kurdistanê bi hevkariya Mihemed Qadir Xoşnaw: Bi bihayê 31 milyon dînar derman
- Kurdên Kanadayê: 8 hezar dolar
- Kompanyaya MCenter: 10 hezar selikên xwarinê
- Kompanyaya Bemo: 13 ton birinc û 250 karton şîrê zarokan
- Kompanyaya Qeyser Home: 450 selikên xwarinê
- Du welatiyên li Swêdê: Du ton xwarin
- Renc Hacî Selam: Kamyonek betanî
- Kompanyaya Colors Gate: 1000 karton xwarin
- Erîva Kerîm Xefûr: 1000 karton xwarin
- Xêrxwazek: 100 hezar dolar
- Xêrxwazek: 100 milyon dînar
- Dikandarekî ji Silêmaniyê: Hejmarek cil û berg
- Kompanyaya Aso ya Hewlêrê: Hezar betanî
- Kompanyaya Birinca Kobanî: 5 hezar û 600 kîs birinc
- Grûpa Kompanyayên Elî Mehmûd Elî: 450 selikên xwarinê
- Kargeha Grûpa Bayk: 2000 set cil û berg û pêdiviyên zarokan
- Kompanyaya Keywen: 200 selikên xwarinê û pêdiviyên navmalê
- Grûpa Kompanyayên Diyar Bekir: Kamyonek xwarinên qutûbend (konserve)
- Welatiyek: 200 qatên cilên zarokan
- Kakeyî: 4 milyon dînar û hejmarek kelûpelên navmalê
- Mîran Group: 1460 metre xalî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse