Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hatinûçûna Hewlêrê ragihand, wan ajokarek desteser kirine ku dixwast 2 kesên Nepalî bi qaçaxî veguhêze.
Fazîl Hacî, Berdevkê Hatinçûna Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand îro hêzên asayişê li nav bajarê Hewlêrê dest bi ser otomobîlekê de girtin ku 2 kesên Nepalî tê de bûn û hewl dayîn wan kesan bi qaçaxî veguhêzin.
Berdevkê Hatinûçûna Hewlêrê aşkere kir ku ew herdu kesên Nepalî li beramber bireke pare bi qaçaxî dihatin veguhastin.
Fazil Hacî amaje bi wê jî kir, ajokarê wê otomobîlê hatiye desteserkirin û sizadan û her du kesên Nepalî jî ji bo pişkinîna tendirustiyê hatine şandin.
Roja 23ê vê mehê, di bûyereke hevşêwê de, mefrezeyên hevbeş ên polîs û hatinûçûna Hewlêrê li yek ji xalên pişkinîna demkî li ser rêya Mamzawe, ajokarê barhilgirekê desteser kirin ku 29 kesên bi regez Ereb tê de bûn û dihat xwestin bi qaçaxî û bêyî ti pişkinînekê li hember birek pare de, ew kes bo nav bajarê Hewlêrê bên veguhastin.
Ew barhilgir û 29 kes radestî asayişa Hewlêrê hatin kirin û li jêr çavdêriyeke tund de bo navenda pişkinîn û kerentînê hatin veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse