Hevserokê rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê hat berdan

25-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê rêxistina Êlihê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku hatibû desteserkirin, piştî karûbarên îfadeyê hat desteserkirin.

Rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku hevserokê wan Mustafa Mesut Tekîk ji bo îfadeyê hatiye bang kirin.

Hat diyarkirin ku ew li wê derê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin.

DEM Partiyê da zanîn ku Mustafa Mesut Tekîk piştî ku hat desteserkirin tîman ew bir dozgeriya Êlihê.

Li gorî zanyariyan Mustafa Mesut Tekîk piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê hatiye berdan.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja çarşemê bi ser avahiya DEM Partiyê ya Êlihê de girtibû û derdora 4 demjimêran di hundirê avahiyê de lêgerînê kiribû.

Li gorî zanyariyan Hevserokê rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê jî di çarçoveya wê operasyonê de hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst