BEXDA - Malbateke Hewlêrî qeza kir: 3 kes mirin

25-04-2025
RÛDAW
Wêneyê otomobîla ku qeza kiriye\ Wêne: Rûdaw
Wêneyê otomobîla ku qeza kiriye\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Bexda Qezayên Trafîkê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî xala kontrolê ya Şebê ya Bexdaya paytexta Îraqê, malbateke ji Hewlêrê qeza kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di vê qezayê de 3 kes mirine û kesek birîndar bûye. 

Şahidekî qezayê ji Rûdawê re got: "Otomobîleke taybet a bi plakaya Hewlêrê, nêzîkî saet 03:00yê sibehê li barhilgirekê qelibî.

Li gorî belgeyên nasnameyê û wêneyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, di otomobîlê de jin, mêrek û du zarokên wan hebûne.

Cenazeyên mirî û birîndaran sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.

Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl li Bexdayê çû Nexweşxaneya Şêx Zarî ya ku zarokê birîndar lê ye û bijîşkekî nexweşxaneyê got, "Dayîk û bav û zarokeke wan di qezayê de canê xwe ji dest daye.”

Zarokê birîndar ji Ziyad Îsmaîl re got, ev cara yekem e ku ew diçe Bexdayê.

Li gorî zanyariyên Ziyad Îsmaîl, cenazeyên qurbaniyan li Tiba Dadî ne û merivên qurbaniyan negihiştine Bexdayê.

Birêvebirê Ragihandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Trafîkê ya Îraqê Eqîd Heyder Şakir ji Rûdawê re got, "Qeza danê sibehê li herêma Huseyniyeyê pêk hat."

Li gorî belgeyên nasnameyê, Hesen Hêriş Hesen, hevjîna wî Semiye Kemal Osman Bilbas û zarokên xwe di otomobîlê de bûn.

Li gorî nasnameyên malbata Hewlêrî ji taxa Nêrgizê ya Hewlêrê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst