Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Holendayê yê Hewlêrê qebûl kir

25-06-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Holenda Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Adriaan IJsselstein qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna her du aliyan daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Adriaan IJsselstein li ser pêwendiyên Holenda û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn nîqaş kirin.

Her du aliyan girîngiya berfirehkirina pêwendiyên dualî û hevkariyan anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan li ser rewşa herêmê, girîngiya parastina aştî û aramiyê û şopandina rêbazên diyalog û dîplomasiyê ji bo çareserkirina nakokiyan li hev kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst