Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), şeva borî 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Muhsîn Aydogdu, Fermandar Kardaş, Yusuf Demîr Polat û Celal Ozer li Amedê hatine desteserkirin.
Heta niha derbarê sedema desteserkirina wan de ti agahî nehatine dayîn.
Ew 4 ciwan şandine Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê û kar û barên wan ên yasayî berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse