Sîstanî bangî civaka navneteweyî kir

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Sîstanî Îraq Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Bilind ê Şieyên Îraqê Elî Sîstanî êrişên Îsraîlê yên li Îranê bi zimanekî dijwar şermezar kir û hişyarî da civaka navneteweyî.

Rêberê Bilind ê Şieyên Îraqê Elî Sîstanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de êrişên Îsraîlê yên li dijî serkirdeyên bilind ên siyasî û leşkerî yên Îranê wekî “binpêkirineke eşkere ya dînî, exlaqî û yasayên navneteweyî” bi nav kir.

“Dikare ji kontrolê derkeve”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşhatên dawî ne tenê Îran li ser tevahiya herêmê metirsiya şerekî mezin derdixe holê.

Rêberê Bilind ê Şieyên Îraqê Elî Sîstanî got:

“Ev pêşhat dikare ji kontrolê derkeve, dê ji bo gelên herêmê bibe sedema êş û wêraniyeke zêdetir û dê ji bo berjewendiyên hemû aliyan ziyaneke cidî bike.”

Banga çareseriyeke aştiyane ya ji bo dosyaya nukleerî

Sistanî da zanîn divê ji bo pirsgirêka nukleerî ya Îranê çareseriyeke aştiyane û adil a di çarçoveya yasayên navneteweyî de were dîtin û anî ziman:

“Hemû alî divê hemû derfetên xwe ji bo rawestandina vî şerî zalimane û dîtina çareseriyekê ji bo pirsgirêka nukleerî ya Îranê ya li ser bingeha yasayên navneteweyî seferber bikin.”

Îsraîlê 13ê mehê dest bi êrişeke berfireh li Îranê kir ku di nava wan cihan de tesîsên nukleerî û fermandarên bilind ên Supaya Pasdaran a Îranê jî hatin hedefgirtin.

Di êrişan de Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê Parazvanên Şoreşê û hinek fermandarên bilind û 9 zanayên atomî hatin kirin û 224 sivîl hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrişên Îranê yên bi mûşekên balîstîk de li Îsraîlê heta niha 24 kes mirin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst